
Kurdistanmedia: Fermanderê Stada Navenda leşkerî ya“CENTCOM”ê ragihand ku, rejîma Îranê bi sebeba amadebûna hêzên Amerîkayê di deverê de paşve vekşiyaye.
Roja Pênçşemî 6`ê Hezîrana 2019`an, Fermanderê Stada Navenda leşkerî ya “CENTCOM”ya Amerîkayê “Kenneth Ross MacKenzie”, di gotûbêjekê de eşkere kir ku: wisa xuyaye ku bi sebeba cihgîrbûna hêzên leşkerî yên Amerîkayê li devera Rojhilata Navîn, rejîma Îran û girûpên girêdayî vê rejîmê, paşve vekişiyane û niha ev mejûlê hin bernameyên dinin.
Her di vê derheqê de, wî berpirsê leşkerî yê Amerîkayê got: Niha em mejûlê nîqaşkirinan derheq aliyên Îranê û hekî hewce be, bo zêdekirina hêza berevaniyê ya Amerîkayê, emê daxwaza hêzeke zêdetir bikin
Herwisa navbirî zêde jî kir: Di heyama meha derbazbûyî de, dema ku van daxwazkariya hêzeke zêde anî ber bas, rejîma Îran û girûpên tundrew yên girêdayî vê rejîmê, di rewşeke pêşkevtî de, gef ji hêzên Amerîkayê dixwarin, lê, niha rewş guheriye.
Di heyamên derbazbûyî de, berprisên leşkerî yên Amerîkayê zêdebûna, aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de û gefxwarinnê vê rejîmê li dijî hêzên Amerîkayê ragihandinbûn, û li hemberî yê yekê de jî, saziya Leşkerî ya “CENTCOM”ê jî gemyia balafirhilgir ya bi navê “USS Abraham Lincoln (CVN-72)” û herwisa 4 balafirên bombavêj yên bi navê “B-52” bo deverê veguhast.