Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermanderekî berê yê Hêza Pêşmergê Kurdistanê çepera xebatê sparte hevalên xwe

17:46 - 29 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Fermanderekî berê yê Hêza Pêşmergê Kurdistanê, li welatê “Sweden”, koça dawî kir.

Roja Duşeme 9`ê Banemer(29`ê Nîsan)`ê, fermanderê lêhatî yê bi navê “Hesen Zar`î” naskirî bi “Hesen Sersipî” çû ber dilovaniya xwe.

Fermander Hesen Sersipî, sala 1318`an li gundê “Selewatava” ya girêdaiy bajarê Sine jidayîk bibû.

Fermander Hesen Sersipî hemû demî digot, “Yek ji şanaziyên temenê min eve ku, di dirêjahiya jiyana xwe de pêşmerge bûme”.

Navbirî qonaxên xwendina xwe li hocrn mizgevt û xwendingehên hikûmetê de tewav kiribû.

Malbata xwedêjêrazî Hesen, bi sedema têkoşîn û piştevanîkirin li Partiya Demorkat, ji aliyê hêzên dagîrkar yên rejîmê ve rastî givaş û gefan dihatin, lê, tu demî xwe bo daxwazkariyên rejîma Îranê, neçemandin û bi sebeba givaşên rejîmê jî neçarbûn Kurdistana Rojhilat biterkînin û li Kurdistana Başûr bibin bi koçber.

Navbirî heya dawiya jiyana xwe, emegnasê rêbaza PDKÎ û rêbaza şehîdên Kurdistanê ma.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat,xizm û kesûkarên wî fermanderê lêhatî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.