Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermanderekî Hêza Întizamî ya rejîma Îranê hate kuştin

17:45 - 28 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Di encama şer û pevçûna li ser sînorê bajarê Bane de, yek ji fermanderên Hêza Întizamî ya rejîma Îslamî ya Îranê, hate kuştin.

Şeva Sêşemiyê 6`ê Xezelwera 1397`an (28`ê Çiriya Paşîn), sitwan yek yê bi navê “Mistefa Ebdulmelikî” xelkê bajarê Qurwe û fermanderê binkeya leşkerî ya li ser sînorê Birwşûkan û di girûhana Nûr a bajarê Bane de, di şer û pevçûna di navbera hin kesên nenaskirî de, hate kuştin.

 Nûçegihaniyên rejîma Îranê Îranê, bi piştrastkirina vê nûçeyê ragehandine ku, ev fermanderê Hêza Întizamî di şer û pervçûna digel girûpeke çekdar de hatiye kuştin.

Wê nûçegihaniyê heya nîha derheq çawaniya vî şerî de zaniyariyên zelal belav nekirine.

Berê jî “Bazên Zagros”ê, bi weşandina daxuyaniyekê ragehandibûn ku di şer û pevçûna şeva Înê 23`ê Xezelwerê, di devera “Xêlereş” a girêdayî bajarê Bane, leşkerekî rejîma Îranê kuştibûn û du kesên din jî birîndar kiribûn.