Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyê henga sînorî ya rejîmê kolberan bi sînorşekên binav dike

18:50 - 8 Îlon 2020

Fermandeyê henga sînorî yê rejîma Îranê di bajarê Serdeştê de, tevî binavkirina kolberan bi “Sînorşekên” gotiye: “Derheq kolberan dê reftarên me tuntir bibin”.

Pasdarê terorîst, fermandeyê henga sînorî yê Serdeştê, “Silêman Bayramî” di civînekê digel karbidest û bawerpêkiriyên rejîmê di wî bajarî de got: “Derheq derbasbûn kolberan ji sînor, emê dê bertekên tund nîşan bidin”.

Wî Pasdarê terorîst yê rejîmê bi şanazî ve bas ji kuştina wan 3 kolberan li ser sînorê bajarê Serdeştê dike û bi awayekî bêrêzane navên wan aniye û gotiye: “Me şiya serkevtiyane 3 kolberan bikujin”.

Herwisa wî fermandeyê terorîst bi xelkê Serdeştê re gotiye: “Daxwaz ji xelkê Serdeştê dikin ku di kuştina kolberan de hevkariya hêzên me bikin”.

Pasdarê terorîst, “Bayramî” bona xapandina xelkê kurdistanê, gotiye ku xelkê kurdistanê cihê şanaziyê ne, lê di kiryar de ne tenê di ti aliyekî aborî, perwerdeyî û xizmetkariyekê de, ti xizmetek bo Kurdistanê nehatiye kirin, belkî wan kolberan ku di encama nebûna derfeta kar û cudatîdanîna navendî de, neçar bi kolberîkirinê bûne, kuştina wan bo xwe şanazî dizanin û bêrêzî bi navên wan edikin.

Di rêkevta 12ê Xermanan a sala 1399an de, hêzên rejîma Îranê komek ji kolberan dane ber gulleyan û 3 kolber bi navên “Zanist Hesennijad, Sirûş Mekarî û Zanko Ehmedî”, kuştin.