Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyê Hêza Pêşmergê Kurdistan, daxûyaniyek belavkir

13:37 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Derheq topbarankirina deverên sînorî ên Rojhilat û Başûra Kurdistanê ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve, Fermandeyê Hêza Pêşmergê Kurdistanê daxûyaniyek belavkir.

Daxûyanî wiha ye:

Xelkê xweragir ê Kurdistan!

Komara Îslamî a Îran, hemû salekî li demsala kar û tekoşîna kasibkar û werzêr û ajandarî çiyayên Kurdistanê, bi hêncetên cuda û yek ji wan bona hêza Pêşmergê Kurdistan, zehra xwe di ser xelk de dirêjîne, û deverên ku cihê jiyana xelkê asayî ye didine ber top û rakêtan. Di rêketa 19 û 20`ê Pûşperê de, deverên "Sîdekan" û "Çoman" daye ber topbaran û xelkê sivîl ê deverê kiriye armanc, û zerer û ziyaneke zêde bi jiyana xelkê gihandiye û şehîd û birîndar ê xelkê sivîl li pey xwe hebûye. Hewceye pêşî ji zêdxwaziya komara Îslamî li hejandina sînor û êrîş bo ser jiyana xelk bigr in.

Hêza Pêşmergê Kurdistan, pabende bi parastina jiyana xelkê asayî û eve komara Îslamî a Îranê ye ku, dijî jiyana xelkê zehra xwe bi ser xelkê asayî de dirijîne.

Fermandeyê Hêza Pêşmergê Kurdistan

20`ê Pûşpera 1398`an