Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyê Operasiyonên Hevpar ên Îraqê huşdarî da“YBŞ” ê

12:50 - 4 Gulan 2022

Fermandeyê Operasiyonên Hevpar ên Îraqê tevî gefxwarin ji “YBŞ”, gotiye ku dê li hember her tundutijiyekê de ku bibe sedema neramiya deverê dê bi tundî rawestin.

Berdevkê Fermandeyê Operasiyonên Hevpar ên Îraqê Emîd “Yehya Resûl”  tevî îşarekirin bi rawestan li hemberî hêzên “YBŞ” ê û vekirina rêyên ku “YBŞ” ê dayxistibûn gotiye: “Bi hevkariya hevwelatiyan û alîkariya hêzên ewlehî û leşkerî, me kariye rewşê aram bikin û niha jiyana asayiya xelkê berdewam e.

Di rojên 1 û 2ê Gulanê de, li navbera hêzên Îraqê û “YBŞ” ê de şer û pevçûn qewimî bû di vê derheqê de Berdevkê Fermandeyê Operasiyonên Hevpar ên Îraqê Emîd “Yehya Resûl” ragihand: “Fermandehiya Operasiyonên Hevpar bi rohnî ragihandiye ku dê bi şêwazek dijwar reftarê digel her cure reftarekê bikin ku bibe sedema alozbûna aramî û asayîşa deverê ”.

Pêka rêkkevtinnameya Şingalê ya di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Îraqê, divê tev hêz ji Şingalê derkevin lê hêzên girêdayî PKK wekî “hêza YBŞ, YPJ û Asayîşa Êzdîxan”, amade nînin ku ji Şingalê derkevin.