Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyê Spaha Quds yê nû yekek ji cinayetkarên şer li kurdistanê ye

11:43 - 4 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Fermandeyê nû yê Spaha Quds ku bi fermana Elî Xamineyî rêberê rejîma Îranê hatiye danîn, û yekek ji wan cinayetkaraneye ku li şerê Rojhilta Kurdistanê, beşdarî kiribû û sedan Kurdî serkut kiribû.

Îsma`îl Qa`anî, fermandeyê nû yê Spaha Quds a terorîst, ku bi fermana rêberê rejîma Îranê ve hatiye danîn, yekek ji fermandehên cinayetkarer ê rejîmê ye ku, li şerê Rojhilata Kurdistanê di sala 1359`an de beşdarî kiribû, û gelek serkutkarî encam dabûn.

Qa`anî, xelkê bajarê Meşhedê ye û fermandehiyên cuda yên wekî fermandê tîpa 66 a Îmam Riza û leşkera 5 a Nesir, hebûye û di şerê Îran û Îraqê de beşdarî kiribû, û demekî kurt cihgirê fermandeyê îtila`at û cihgirê parastina îtila`ata Sitada hevpar a Spaha terorîst bûye, û di sala 1368`an de bû bi cihgirê Qasim silêmanî yê terorîst û di wê dawiyê de, bi fermana Xamineyî, rêberê rejîma Îranê wekî fermandeyê Spaha Quds a terorîst hate danîn.

Îsmaîl Qa`anî di sala 1393`nn de gotiye ku: “Amerîka û Îsraîl ji wê hindê piçûktirin ku xwe li hember hêza leşkeriya Îranê bibînin”.

Navbirî, yekek ji wan terorêstên tûndajoye, ku di dema xwe de li Rojhilatê Kurdistanê, sedan Kurd serkut kir û bi tepeserî û serkuta Kurdan giha desthilatdariyê.