Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyekî berê yê Hêza Pêşmergê Kurdistanê koça dawiyê kir

10:54 - 23 Kanûna Paşîn 2022

Roja Înê 1`ê Rêbendanê Seyîd “Kazim Mislehzade Geylanî”, Fermandê berê yê Hêza Şehîd “Niho” û xelkê gundê “Jarawa” yê ser bi devera Mirgewera Urmiyê bi sedema nesaxiyê li bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî Seyîd “Kazim” li sala 1319`an a Rojî ji dayîk bibû û ji malbata şêxên Nehrî bû. Ew bi sedema vê ku kesek xuya û siyasî bû û berdewam çalakiyên siyasî bi rê ve dibir, di dema desthilata Mihemedriza Şah de bo 2 salan bo bajarê “Baft” li başûrê Îraê hate dûrxistin.

Xwedêjêrazî li destpêka şoreşa galên Îranê tê tevlî Hêza Pêşmergê Kurdistanê dibe. Ew di nav Hêza Pêşmergê Kurdistanê de kesek jêhatî û zîrek bûye û her lewma ji aliyê Fermandeyê Hêza Şehîd Niho ve bi fermande Likî tê rêkxistinkirin.

Seyîd “Kazim” di gelek şer û pevçûnên li dijî hêzên dagîrker ên rejîma Îranê de beşdar kiribû û rolek qehrimanane lîstibû. Ew sala 1358`an di şerê binavûbang ê geliyê Qasimloyê de ku sitûna Artêşa rejîma Îranê ya bi navê “Zerehiya Qezwîn”ê tê de hate jinavbirin, beşdar bû. Xwedêjêrazî li şerê binavûbang ê rizgarkirina bajarê Urmiyê de jî beşdar bû li wir jî yek ji fermandeyên zîrek bû.

Seyîd “Kazim” kesayetiyek diyar û nîştimanperwer bû û ew bi sedema hin pirsgirêkan diçe Bakurê Kurdistanê û piştire diçe Rojhilatê Kurdistanê û sala 1361`an akinciyê bajarê Tehranê dibe û li wir dest bi karûbarê edebî dike û kovarek bi navê “Amanc” diweşîne ku ew kovar bi zimanê Kurdî dihate weşandin. Xwedêjêrazî nivîserê çendîn pirtûkan e jî.

Termê Xwedêjêrazî Seyîd “Kazim” li rêkevta 2`ê Rêbendanê bi amadebûna malbat û xelkek zêde li goristana gundê “Jarawa” bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi sedema koça dawiya wî fermandê qehriman, sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên Xwedêjêrazî û xwe şerîkê xema wan dizane.