Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyekî besîc di parîzgeha Xûzistanê hate kuştin

11:58 - 22 Kanûna Paşîn 2020

Fermandeyê besîc yê dewera Darxwîn a bajarê Şadigan a ser bi parêzgeha Xuzîstanê, hate kuştin.

Roja Çarşemî, 2`ê Rêbendan, Fermandeyê besîc yê para Darxwîn a girêdayê bajarê Şadigan a parêzgeha Xûzistanê, Ebdul Husêyn Mecdemî, li sibêzûya roja Çarşemiyê, ji aliyê hinek kesên nenaskirî ve, hatiye kuştin.

Ew fernadeyê besîc, li mala xwede, ji aliyê kesên nenaskirî ve, kevtiye ber desrêja Gulan û hatiye kuştin.

Piştî serkut û kuştina xelkên parêzgeha Xûzistanê, ji aliyê rejîmê û hêzên cinayetkare ve, kîn û kerbekî zaf, di naw dilê xelkê wê parêzgehê de, afirandiye, riftara hovane a rejîmê di tepeserî û kuştara xelkê Îranê bi taybet di parêzgeha Xûzistanê û parêzgehên Kurdistanê de, xelk aniye ser wê baverê ku, bo tolhildana xwîna kesên xwe, dest bi çekan bibin û bi kuştina berpirsên gemar yên rejîma Îslamî, tola xwîna kesên xwe, hildin.