
Fermandeyê Spaha “Sêyyid ul-Şoheda” li bajarê Tehranê, “Hesen Hesenzade” îdia dike ku “Rejîma Îranê xwediyê baştirîn sîstema demokrasî di cîhanê de ye”.
Roja Şemî 7ê Çirriya Paşîn, Fermandeyê Spaha “Sêyyid ul-Şoheda” li bajarê Tehranê, “Hesen Hesenzade” bi gotineke dûr ji rastiyan îdia dike: “Pêka hilbijartinên li Amerîkayê, derketiye ku Îranê baştirîn sîstema demokrasiya cîhanê heye û demokrasiya Amerîka bi tenê silogan e”.
Wî fermandeyê çewtekar yê rejîma Îranê ku roleke bingehîn di serkutên sala 1398an de hebûye, got: “Trump ti hogiriyê ji aliyê xelkê Amerîkayê ve tinîne û bi kuştina Qasim Silêmanî, fermana liserkarderxistina xwe wajo kir”.
Pasdarê terrorîst “Hesen Hesenzade” ti basek ji serkuta xelkê Îranê, diziya berpirsan û gendeliya sîstematîk ya deshilatarên rejîmê, sîstema sansor û fetisandina dengê azadixawzan li Îranê nake.
Hesen hesenzade ti basek ji mehkûmkirina rejîma Îranê ji aliyê piraniya welatên cîhanê ve li ser binpêkirina mafê mirov û kirameta mirovahiyê li Îranê nake û ew “Medîneya fazile” ku pasdar “Hesen Hesenzade” bas ji demokrasiya bê mînaka wê di cîhanê de dike ji aliyê tev xelkê cîhanê ve bi “welatê hejarî, navenda bêdadî û terorîsmê tê naskirin”.