Şer û pevçûnekê li gundê “Nirgisele” û “Ajwan” a derdora Çilçeme û Sultan di navbera hêzên Spaha Pasdaran a terorîst û hêzeke çekdar a nenaskirî de qewimî û di encama şer de fermandeyek û du endamên Spaha Padsdaran a terorîst hatine kuştin.
Pêka zaniyariyan, Pasdarê terorîst “serheng” Şekîba Selîmî û du endammên din a wê Saziya terorîstî, yên bi navên Ce`ifer Nizampûr û Mihemed Şukrî hatine kuştin.
Rejîma Îranê li gundên Gulçiyer û Gogce û Şaqela, hêzeke zêde bo cihê şer û pevçûnê veguhastiye.
Heya niha ti Partî û aliyekê ew şer û pecvçûne nekêşandiye stuyê xwe.