Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermendeyekî berçav ê Heşda Şeibî hate binçançavkirin

13:30 - 27 Gulan 2021

Navenda Ragihandina Ewlehiya Îraqê li daxuyaniyekê de eşkere kiriye ku fermandeyê operasiyonên Heşda şeibî, “Qasim Mehmûd Kerîm Muslih” bi fermana Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê û bi biryara dadgehê û pêka xala 4 a yasaya li hemberderketin li dijî terorê, hatiye binçavkirin.

Mistefa El-Kazimî” ragihandiye: “Lêpirsîn li Qasim Mehmûd berdewam e û heta bi dawîhatina lêpirsinê dê binçavkirî bimîne”.

Herwisa “El-kazimî” tekezî kiriye, ku hebûna beşek ji girûpên çekdar metirsiya binpêkirina yasaya bineretî û yasayên niha hene û hewce ye ku li kêmtirîn demê de lêpirsîn li ser karê wan girûpane bêne kirin.

Binçavkirina wî fermandeyê Heşda Şeibî, nerizayetiya fermandeyên payebilind ên Heşda Şeibî li pey xwe anîye.