Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Festîvala govendê li bajarê Baneyê hate lidarxistin

12:38 - 28 Adar 2022

Festîvala govendê bi beşdariya çendîn girûpên govendê yên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Baneyê hate lidarxistin.

Çaremîn festîvala govendê di roja Yekşemî 27ê Adarê de li bajarê Baneyê hate lidarxistin û 57 berhemên govendê bo vê festîvalê hatibûne şandin û 12 girûpên govendê gihîştine bi qonaxa dawiyê û biryar e ku ew festîval di 3 rojan de bi dawî bê û eger rewşa hewa baş be dê li ser şeqaman jî wan govendan lidar bixin.

Girûpên “ Îlamiyan ji Îlamê, Beroje ji bajarê Baneyê, Çalak ji bajarê Baneyê, Dîlan Urmiye û Govend Urmiye û Roj Urmiye ji bajarê Urmiyê, Ziryan û Çiya ji bajarê Seqizê, Sablax ji bajarê Mihabadê, Sêcar a Danîkeş ji bajarê Merîwanê, Kurd ji bajarê Kirmaşanê û Hozan ji bajarê Mihabad”ê  gihîştine bi qonaxa dawî ya vê festîvalê.