
Kurdistanmedia: Şevên çandî li birca Mîlad a Tehranê rêkarek in bona zalbûna bi ser îradeya neteweya Kurd di Kurdistanê de.
Ji meha Gelawêja îsal ve heya niha di birca Mîlad ya Tehranê de, gellek merasim bi navê “şeva çandî ya Kurdistanê” boi rê ve çûne.
Li gor gotina berpirsên rejîma Îranê ew merasim di qalibê “festîvala neteweyî ya çarsoq” û li jêr navê nasandina şiyanan, û herwisa balkêşanên torîstî ya parêzgeha Sine bi rê ve diçin.
Li gor gotina Siyêd Ehsen Elewî birêveberê mîratên çandî, pîşeyên destî û torîstî ên Sine, di van merasiman de çalakên pîşeyên destî, û şarzayên cihên torîstî ên parêzgehê bo nasandina şiyanên parêzgeha Sine berhev dibin.
Yekem şeva çandî ya Kurdistanê di 5`ê Gelawêjê, û duyem şev jî di 2`ê Xermananê bi rê ve çûn .
Di merasima şeva çandî ya Kurdistanê de, govendên curbicur ên Kurdî têne nîşandan, lê ew govendên Kurdî, ne bi vî rengî ne ku di nav çanda neteweya Kurd de hene.
Dr. Mes`ûd Rostemî şirovekarê siyasî derheqê bi felsefeya govendê û cudahiya wê digel reqsê, îşare bi vê mijarê kiriye ku, govend û dîlan şerê îradeyê ye, û tejî ye ji azadîxwazî û “na” gotina bi êxsîriyê.
Ew herwisa dibêje:
“Di dîlana Kurdî de, kesên girtine govendê, dema piyên xwe li ser erdê dikutin, eva bas ji azadiyê dikin, û dibêjne dijmin, ku ew der Kurdistan e. govend û dîlana Kurdî nîşandana ruheke hevpar e”.
Derheq van govendên ku di birca Mîlad de jî bi rê ve diçin, nivîsandiye:
“Ew govendên ku li Birca Mîlad ya Sine de bi rê ve diçin, hem bo kesên lê dinêrin û hem kesên ku dawetê dikin, bê wate ye, û îradeyeke şikestî nîşan didin”.
Şirovekarên siyasî ên Kurdistanê dibêjin ku, rejîma Îranê ji riya ragehandinên xwe ên giştî ve hewl dide ku li nebûna ragehandinên azad de, çanda xwe bi ser hemû beşên din ên Îranê de bisepîne. Rejîm bo sepandina vê siyaseta xwe ragehandinên herêmî bi kar tîne.
Bikaranîna destewajeyên wekî çanda xwecihî, qewmê xeyûr, reqsên herêmî, hemû bona biyasyaîkirina hizra mana di bin deshilata navendî ya parêzgehan û neteweyên dinê ye.