Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Feysel Bin Ferhan: “Tedaxula Îranê li Sûriyê astengiya çareserkirina krîzan e”

17:44 - 14 Kanûna Paşîn 2021

Wezîrê Derve yê Erebistanê, “Feysel Bin Ferhan” ragihand: “Tedaxula rejîma Îranê bûye astengî li ser rêya çareserkirina krîza Sûriyê û herwisa Wezîrê Derve yê Rûsiyê “Sergey Lavrov” jî, daye zanîn ku bona çareserkirina krîza Sûriyê, me gelek xalên hevpar hene”.

Roja Pêncşemî 14ê Kanûna Paşîn, Wezîrê Derve yê Erebistanê, “Feysel Bin Ferhan” hevdem digel hevtayê xwe yê Rûsiyê, “Sergey Lavrov” di hevpeyvîneke rojnamevaniyê li bajarê “Mosko”yê, tevî bi tawanbarzanîna Îranê bona dabînkirina çek bo girûpa “Ensarullah”(Hûsî) li Yemenê, got: “Dibe rejîma Îranê felsefya rola xwe di derverê de biguhere”.

Herwia “Feysel Bin Ferhan” ragihand: “Erebistan piştevaniyê li biryara Amerîka bona bi terorîstnasîna girûpa “Ensarullah” dike û tekezî kir ku wê girûpê êrîş li ser cihên sivîl di Erebistanê de kiriye.

Herwisa navbirî tekezî kir ku “amadebûna Îranê di Sûriyê de, rêgir û lemper e bo çareserkirian pirsgirêka Sûriyê û dibe tedaxula rejîma Îranê di wir de qut bibe”.

Wezîrê Derve yê Rûsiyê “Sergey Lavrov”, tevî pêşevazîkirin li çareserbûna aloziyên di navbera Erebistan û Qeterê de, tekezî kir ku aramiya deverê bo Rûsiyê girîngiyeke zêde heye.

“Sergey Lavrov”, daye zanîn ku hevpariyeke zêde di navbera Erebistan û Rûsiyê de bona awayê çareserkirina pirsgirêkan di Sûriyê de hene.

Nêzbûna hizrên berpirsên welatên Erebistan û Rûsiyê li derheq çareserkirina krîza Sûriyê, hişdariyeke bêdeng û kavilker bona tedaxulên rejîma Îranê di Sûriyê de ye.