
Kurdistanmedia: Piştî vê ku Wehîn Seyadiyê Nesîrî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, Firansayê daxwaza zelalî û rohnkirinê ji rayedarên rejîma Îranê kir.
Wezareta Karê Derve ya Firansayê roja 26`ê Sermawezê di daxuyaniyekê de ragehand: “Bi heyrîman ve, me nûçeya mirina Wehîd Seyadiyê Nesîrî bihîst, ku bi sedema çalakiyên siyasî hatibû destbiserkirin. Wî di girtîgehê de, wekî nerazîbûn li hemberî rewşa destbisergehê û guhnedana bi daxwaziyên xwe, dest bi gireva birçîbûnê kiribû”.
Dezgeha Qezayî ya Îranê roja Yekşmeiyê nûçeya mirina wî ragehandibû, lê serdozgerê Qumê ragehand ku wî bi sedema nexweşiyê di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Firansayê de hatiye: “Mirina Wehîd Nesîrî, hevdem digel zêdebûna zext û givaşa li ser çalakên mafê mirovan di Îranê de rû dide”.
Malbata Wehîd ragehandiye ku Wehîd bi tohmeta bêhurmetiya bi pîroziyan, û bêhurmetiya bi rêberê rejîmê û piropagendeya li dijî rejîmê di nav torên civakî de, hatibû girtin.
Wehîd ku bi heşt salan girtinê hatibû mehkûmkirin di heyva Xakelêweya Îsal de, ber efûya newrozî ket, û piştî du sal û nîvan hepsê, ji girtîgeha Recayîşehr a Kerecê derket.
Lê ew azadbûna wî, hinde dom nekir, û di meha Gelawêjê de cardin Îdareya Îtila`at Qumê cardin ew destbiser kir.