Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firansayê dîplomatekî Îranî ji welatê xwe derkir

11:30 - 27 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Firansayê li dijkiryara bi danîna pilana neserkevtî ya bombedanîna di nav civîna girûpeke neyarê hikûmeta Îranê li nêzî Parîsê, dîplomatekî Îranî derkiriye.

 Wezareta Karê Derve yê Firansayê sê hefteyan berî niha gotibû ku tu gumanek tê de nîne ku Wezareta Îtila`ata Îranê dest di vê pilanê de hebûye.

Civîna Mucahidînê Xelq roja 9`ê Pûşperê li derdora Parîsê bi rê ve çû, û piştre berpirsyarên Firansayê bas ji pûçkirina pilaneke êrîşa li dijî vê civînê kir.

Di heman demê de, Firansayê di 10`ê Rezberê heyiyên ser bi serwîsên îtila`atî ên Îranê û du hevwelatiyên Îranî li dijkiryara bi pilana êrîşê bo ser vê civînê asteng kir.

Du çavkaniyên dîplomatîk roja Înê bi Royterzê ragehandin, dîplomatê Îranî ê derkirî karmendekî îtila`atî ye ku wekî endamekî balyozxaneya Îranê li Parîsê çalakî dikir.

Pêştir jî dîplomatekî Îranê, li welatê Nemsayê bi tawana desthebûna di vê pilanê de hatibû destbiserkirin.

Almanyayê Esedullah Esedî ku di balyozxaneya Îranê di Viyenê de kar dikir, bi tawana pilandarêjiya êrîşa li dijî civîna Mucahindê Xelq destbiser kir, û radestî Biljîkê kir.

Behram Qasimî berdevkê Wezareta Karê Derve  ya Îranê pêştir jî tevî îşarekirina bi vê ku her cure kiryareke terorîstî ji aliyê rejîma Îranê ve mehkûm e, ragehandibû: Bi baldana bi hebûna belgeyên heyî, rola xirabkaran  û têkderan di pilandarêtina vê şanoya pêkenînî de zelal e.