Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firansayê li hemberî şandina mahwarê ji aliyê rejîma Îranê ve dijkiryar ji xwe nîşan da

13:07 - 17 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Wezareta Karê Derve a Firansayê avêtina mûşekê ji aliyê rejîma Îranê ve bi armanca bicihkirina mahwarê  li fezayê de şermezar kir.

Wezareta Karê Derve a Firansayê ragehand ku teknolojiya ku di ceribandina mûşekê de ji aliyê rejîma Îranê ve bi kar hatiye, gellek nêzî  teknolojiya mûşekên hilgirê çekên etomî ye.

Wezareta Karê Derve a Firansayê ji rejîma Îranê daxwaz kir ku çalakiyên pêwendîdar bi mûşekên balistîkî ragire ku dikarin çekên etomî hilgirin.

“Mik Pompeo” jî di “twitt”ekê de nivîsand, ku ew kiryara rejîma Îranê gefek e li ser Rojhilata Navîn û Ewropayê.

Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê nivîsandiye: Rejîma Îranê li dijkiryara digel civaka navneteweyî û biryarnameya 2231 a Konseya Ewlekariyê a NY de, mahwareyek avêtiye fezayê. Ew yek cardin nîşan dide, ku li pey bihêzkirina mûşekên xwe bona gefxwarina Ewropa û Rojhilaat Navîn e.   

Serokwezîrê Îsraîlê jî di vê derheqê de got: “Rejîma Îranê hertim derevan dike, heta dema ku îdia dike çalakiya şandina mahwareya zanistî bo fezayê serkevtî nebûye. Di demekê de armanca wan ya serekî ceribandina qonaxa destpêkê ya mûşeka dûrhavêj bo parzemînên din e, ku dikare binpêkirina hemû lihevkirinên navneteweyî be”.