Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firansê binpêkirina Bercamê ji aliyê Îranê ve, nigeraniyeke mezin da zanîn

13:17 - 4 Nîsan 2021

Wezîrê Derve yê Firansê, daxwaz ji Wezîrê Derve yê rejîma Îranê kir, bo ewê ku danûistandin bigehne encamekê, hewceye îran rêyeke çareserker bigire ber xwe.

Roja Şemî 3ê Nîsanê, “Jean-Yves Le Drian” Wezîrê Derve yê Firansê, di peywendiyeke telefonî de digel “Mihemedcewad Zerîf” Wezîrê Derve yê rejîma Îranê, daxwaz kir ku bila Îran ji binpêkirina zêdetir a “Bercam”ê, xwe biparêze û li danûstandinên heftiya bê de ku digel Amerîkayê di bajarê Viyenê de dê bi rê ve biçe, rêyeke çareserker bigre ber xwe”.

Herwisa “Jean-Yves Le Drian” ragihand: “Min Îran dilgerim kir, da ku di danûstandinan de rêyeke çareserker bigre ber xwe; Ew armancek e ku ji aliyê hemû welatên endam yên beşdar di “Bercam”ê de, û herwisa Amerîkayê ve hatiye destnîşankirin.

“Mihemedcewad Zerîf” di roja Înê de ragihandibû ku ti hevdîtinekê digel Amerîkayê nake û berpirsên payebilind yên Îranê jî ragihandine ku dibe hemû dorpêçan li ser Îranê hilgirin û awayê pêngav bi pêngav ya rakirina dorpêçan jî qebûl nakin.

Amerîkayê ragihandiye ku Îran dibe hemû binpêkirinên bercamê rawestîne, piştre Amerîka dê dorpûçan bi awayê pêngav bi pêngav, hilgire.