Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firansê hiştariyekî micid da rejîma Îranê

11:36 - 13 Tebax 2020

Amanoêl Makron serkomarê welatê Firansê di peywwendiyekî telefunî de gote Hesen Ruhanî yê serkomarê rejîma îranê, dawiyê bi desttêwerdan û tedexula di nava Lubnanê de bînin.

Heşt rojan piştî teqîna beyrûtê, Makronê serkomarê Firansê, roja 12ê tebaxê hiştarî da Hesen  Ruhanî ku êdî çiyê dinê bila rejîma Îranê çiyê dinê tedexul û tevdaniyê di nava Lubnanê de neket.

Makron ku dizane Hizbulah ser bi Îranê ye û bi qisa deshilatdarên rejîma îranê her karekê dike, lewma gote Ruhanî, hemî aliyên nava Lubnanê hewceye xwe ji alozî û tevdaniyê biparêzin, û dibe dawî bi tedexula we di nava Lubnanê de bêt.

Rejîma Îranê bi çêkirin û teyarkirin û bikaranîna Hizbulahê bo armancên xwe, bûye sedem ku berdewam alozî û nehêminî di Lubnanê de hebe, lewma hemî cîhan û yek ji wan Firanse baş dizanin ku rejîma Îranê rolekî herî mezin heye di bûyer û aloziyên nava Lubnan û deverê de.

Makron ragihand bi armanca hêmin kirina rewşa Lubnanê û hatina ser kare dewletekê ku bikare xizmeta xelk û welatê Lubnanê bike û bikare destê bîhaniyan di karûbarê wî welatî de kurt bike, dê bikeve paqij kirina wan kesan ku naxwazin xizmetê bikin. Di wê derheqê de Makron ne tenê gef ji Hizbulahê, belkî ji kesayetî yên dinê ye Şî`ee, Sunnî û Mesîhî jî kirn.

Amerîka û Firanse û çendîn welatên dinê kar dikin ku Hizbulahê û berpirsên wê bêxne bin dorpêçan û ji deshilata dahatiye welat jî bêpar bikin.