Pêka wan zaniyariyan ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê, li bajarên Kurdistan û Îranê bilî giraniya nirxa kelûpelan, firoşiyar kelûpelên xwerinê bi girantirîn nirix difiroşin û xelk li derheq zanîna nirxan tûşî serlêşêwanê bûne.
Pêka gotina welatiyan: “Dema ku em tiştekê dikirîn ew perê ku em bi firoşiyaran didin carê wisa ye du an sê beranber ji wê nirxê ye ku li ser wan kelûpelan hatiye nivîsîn.”
Beravajî ji îdiayên berpirsên rejîmê ku dibêjin dorpêçên Amerîkayê li ser aboriya Îranê ti bandorek nedaniyê, lê rewşa xelkê derxerê vê ye ku tevî bandora dorpêçan, karbidestên rejîmê kontirola bazarê li destê wan nemaye û xelk bi xwe nirxa bazar diyarî dikin.