Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firotina gaza Îranê bo Îraqê 5 milyon metra 3cî kêm bûye

19:18 - 1 Hezîran 2022

Wezareta Elekterîka Îraqê daye zanîn ku, bi sedema derengkevtina dana deyînê Îraqê bo Îranê şandina 5 milyon metra 3cî ji gaza Îranê bo Îraqê kêm bûye.

Berdevkê Wezareta Elekterîka Îraqê “Ehmed Mûsa El`îbadî” daye zanîn ku, kirîna gazê ji Îranê 5 milyon metra 3cî kêm bûye û bi sedema vê yekê ku Îraqê deyîna Îranê nedaye şandina gazê bo Îraqê hatiye kêmkirin û pêka kêmbûna wê gazê, dabînkirina elekterîka hewce bo malan li Îraqê jî kêmtir bûye.

“Ehmed Mûsa El`îbadî” gotiye ku Îran daxwaza deyna xwe dike û bi sedema derengkevtina pesendkirina bûdceya Îraqê, derfeta dana vê deynî nîne.

Pêka gotina Wezareta Elekterîka Îraqê, deyna Îraqê bo gaza Îranê milyardek û 624 milyon Dolar e û bo berhemanîna 7 heta 8 heza Migawat elekterîkê hewcehî bi gaza Îranê heye.

Sala derbasbûyî Îran û Îraq biryar dabûn ku şandina gaza Îranê ji 8 milyon metra 3cî li rojê de bo 30 milyon metra 3cî gazê zêde bikin lê, ew biyar nehatiye cîbicîkirin.

Bi sedema dorpêçên Amerîkayî yên li dijî Îranê, deyînê Îranê di çendîn cihan de hatiye blokkirin û bi cihê pere derman an xwarinan didin Îranê.