
Kurdistanmedia: Berpirsê berê yê Komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derve ya meclisa rejîma Îranê got, firotina nefta Îrane nezîkî 20 beramberî kêm bûye
“Hişmetullah Felahet Pîşe”, roja Sêşemî 14`ê Xezelwerê gotibû, “Kêmbûna 20 beramberî ya firotina nefta Îranê, mijarekî girînge û Wezareta Devre ya Îranê, dibe bo derketin ji wê rewşê, rêçareyekî darêje”.
Firotina Nefta Îranê berî dorpêça nefta Îranê ji aliyê Amerîkayê ve, 2.5 milyon bermîl di roj de bû. lê di niha de û pêka gotina berpirsên rejîmê, kêmbûna 20 bermberî ya şandina neftê nîşan dide ku, firotina nefta Îranê di roj de, 125 hezar bermîle.
Kompaniya Zanyarî ya Vize û Redyabî ya Neftkêşan “Koplêr”, ragihand: Şandina nefta Îranê bi welatê Çînê re, di meha Xermananê de, 131 hezar bermîl bûye.
Welatên “Îtaliya, Taywan, Tirkiye, Japon, Çîn, Koriya Başûr, Hind û Yûnan” bi midehê 4 mehan, ji baykota nefta Îranê mi`af bibûn, lê di niha de, bi cihkirina nefta Îranê, ji welatên din dikirin, û gotina Amrîkayê ya ku gotibû kirina neftê ji Îranê yê bibe sifir, kêmûzêde cîbecî bûye.