Di rapora nû ya Saziya “Yekîtiya li Dijî Îrana Navkî” ( UANI) de hatiye ku pêka raporên “Tanker Trackers” firotina neft û berhemên neftî yên Îranê di 3 mehên derbasbûyî de %30 kêm bûye.
Saziya “Yekîtiya li dijî Îrana Navkî”( UANI) ragihandiye ku gelempera firotina neft û berhemên neftiyên Îranê di meha “March” a îsal de rojane milyonek û 336 hezar bermîl bûye, lê di meha “April”a îsal de heta milyonek û 44 hezar bermîl di rojê de kêm bûye û di meha “May” de heta 933 hezar bermîlan daketiye.
Kirîna nefta Îranê ji aliyê Çînê ve %43 kêm bûye û Çîn bi cihê nefta Îranê, neftê ji Rûsiyê dikire.
Rejîma Îranê di meha derbasbûyî de rojane 111 hezar bermîl neft û berhemên neftî bo Sûriyê û 39 hezar bermîl bo Îmaratê şandiye.
Rejîma Îranê rojane 152 hezar bermîl nefta xwe bo derve dişîne ku xuya nîne bo çi welatekî dişîne.
Herwisa Nûçegihaniya “Reuters” ê ragihandiye ku 40 milyon bermîl nefta Îranê di avên Rojavayê Asiyayê de maye û ti welatek nakire.