Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firotina nefta Îranê di meha derbasbûyî de ji sedî 50 kêm bûye

12:28 - 13 Hezîran 2022

Firotina nefta Îranê di meha “Nîsan”ê de, 820 hezar bermîl û di meha “Adar”ê de 908 hezar bermîl bûye lê, di meha derbasbûyî de heta 400 hezar barmîlî daketiye.

Pêka zaniyariyên ku Kompaniya “Kiplêr” belav kiriye, di meha “Gulan”ê de rêjeya barkirina nefta reş û berhemên gazî yên Îranê rojane nêzî 400 hezar bermîlî bûye û ew daketin bi sedema kirîna nefta Rûsiyê ji aliyê daxwazkarên berê yên nefta Îranê bûye.

Herwisa di meha derbasbûyî de nûçegihaniya “Reuters” ê belav kiribû, ku 40 milyon bermîl nefta Îranê di meha “Adar û Gulan”ê de, bê daxwazkar li ser avên nêzî Sengapûrê mane û ti kompanî an welatek, wê neft nekirine.

Tevî ku nefta Îranê nayê firotin, qasa barkirina neftê li gemiyên neftkêş de jî heta nêzî 400 hezar bermîlî daketiye.

Welat û kompaniyên ku neftê ji Îranê dikirîn niha nefta hewce ji Rûsiyê dabîn dikin.