
Cihgirê Serkomarê rejîma Îranê, îtiraf dike ku nikarin heya dilopek Neftê bifroşin, di rewşekê de ku, berê berprsên rejîmê ragihandibûn ku, me dorpêçên Amerîkayê şikandine.
Cihgirê Serkomarê rejîma Îranê û Berpirsê rêkxirava Bername û bûdce ya rejîma Îranê, “Mihemedbaqir Nobext”, li ser wê mjijarê ragihandiye: “qonxa her tunde dorpêçan, dorpêça Neftê di hember xwarinan deye, lê niha îznê nadin ku heya dilopek Nefta me bê firotin”.
Navbir, gotiye ku di rewşa niha de, hekî neft bê firotinê jî, îmkana danûsitandina malî nîne.
Ew gotinên “Nobext” di demekê dene ku pêka ragihandina berê ya Amerîkayê, derman û xwarin di dorpêçan de cih nagirin û rêgirî ji ti welatek bona hinaredekirina xwarin û dermanan bo Îranê nehatiye kirin.
Serkomarê Amerîka “Dolad Tramp” hevdem ji derketin ji lihevkirina “Bercam”ê û xistina dorpêçên zêdetir bo ser Îranê, ragihandibû ku, hinardekirina Nefta Îranê dê bigehînine ser sifir.
Pêka raporan, rejîma Îranê her rojê, nêzî 200 hezar bermîl neft, bi awayê qaçax difroşe ku bi sedema dorpêçên bankî, nikarin wê qasa kêm ya pereyê Neftê jî vergirin.