Xelkê Îranê bi sedema hejarî û nebaşbûna rewşa aboriyê her car beşek ji endamê leşê xwe difiroşin û di niha de firotina porê jinan jî pê hatiye zêdebûn.
Di Îranê de rojane posterên teblîxî yên taybet bi firotina endamê leşê mirovan wekî gurçik tê dîtin, lê di niha de posterên teblîxî yên firotina porê jinan jî, bi sedema hejarî û nedariyê bi qasek zêde di nava kolan û şeqaman de têne dîtin.
Di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ji keçên temen 9 sal ve bigire heta jinên temen 50 sal, ji rûyê neçariyê ve porê xwe difiroşin.
Heyamek berî niha dayîka zarokeke temen 9 sal bi sedema vê ku perê kirîna telefona zîrek bo xwandina “online”a keça xwe nebû, neçar ma ku di nav “application”a Dîvar a taybet bi kirîn û firotina kelûpelan de porê keça xwe ya 9 salî bo firotinê parveke û eva jî bandorek nerênî li ser moral û derûna wê zarokê danîbû.
Her di vê derheqê de, girtevîdyoyek li parêzgeha “Luristan”ê di nav torên civakî de hatiye belavkirin ku hevwelatiyek bi sedema hejarî û nedarî porê zarokên xwe difiroşe.