Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Foreign Affairs: “Dibe Amerîka girîngiyê bi pirsa mafê mirov li Îranê bide

11:28 - 7 Şibat 2021

Belavoka Amerîkayî ya, “Farên Afayêrs” (Foreign Affairs) daye zanîn ku di demekê de Serkomarê Amerîka “Joe Biden” mijûlê dariştina siyaseta nû ya Amerîka di hember rejîma Îranê de ye, dibe mijara binpêkirina mafê mirov li Îranê, di bernameyên xwe û dewleta nû ya Amerîkayê de cih bike.

Duheftemaneya “Foreign Affairs” ku karê zanistî yên siyasî û karûbarên derve dike, belav kiriye ku Serkomarê nû yê Amerîkayê, “Joe Biden” ku mijûlê dariştina siyasetên nû yê Amerîka di hember Komara Îslamî ya Îranê de ye, dibe binpêkirina mafê mirov di Îranê de, wekî bernameyên startejîk ên din yên Îranê danê berhev û bihesibîne.

Herwisa “Foreign Affairs”ê daye zanîn ku danûstandinên navikî digel Îranê, bi tenê li ser pirsa navikî bûye, lê dibe pirsên girîng yên hestiyare din wek mafê mirov, bi awayekî micid li prosa danûstandinên digel Îranê de dibe hebin.

Herwisa “Foreign Affairs” belav kiriye: “Take rêya cihgîrkirina aşitî, aramî û afirandina derfetên pêşketinên siyasî û aborî di devera aloz û nearama “Rojhilata Navîn” de, rêçareyeke gîştî heye ku dibe mafê mirov bi awayê yeksan digel pirsên din yên stratejîk wekî hev giringî hebe”.