Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Foreign Policy”: Metirsiya qemwîna 10 şeran di sala 2022an de heye/ yek ji wan Îran e

10:55 - 3 Kanûna Paşîn 2022

Kovara “Foreign Policy” di raporekê de nivîsiye, ku rengehiya 10 şer di çendîn cihên cîhanê de li sala 2022an rû bidin û yek ji wan cihên ku şer tê de bê qewmîn, Îran e.

Kovara “Foreign Policy” di beşekê de ku behsa aloziyên di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê kiriye, nivîsiye: “Di halekê de aloziyên di navbera Îran û Amerîka di dema Serkomariya “Donald Trump” de hate destpêkirin û niha dawî pê hatiye, lê hewlên zîndîkirina Bercamê ber bi bêhêviyê ve diçe û rengehiya vê yekê heye ku cardin ev alozî bêne destpêkirin”.

Wê kovarê nivîsiye, bihêzbûna Îranê wek welatek Navkî bo welatên Rojavayî heyranhêner nîne, belkî Îsraîlê nigeran dike ku êrîşê ser Îranê bike.

Di beşek din de wê kovarê îşare bi şerê rastevxwe yê di navbera Îran û Amerîka û Îsraîlê de kiriye û nivîsiye: “Aloziyên di navbera wan sê welatan de zêde bûne û ger danûstandinên Bercamê rastî şikestê bên, ev aloziyane ber bi şerekî bejayî, deriyayî û esmanî ve diçe”.

Bi vî awayî şikesta danûstandinan, cardin ev aloziyên sala 2018an yên di navbera Amerîka û Îranê de wedigerîne û Amerîka digel Îsraîlê givaşên zêde dixine ser rejîma Îranê.