Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Foreign Policy: “Şer li navbera Îran û Îsraîlê de dem bi dem nêztir dibe”

12:48 - 9 Gulan 2021

Govara “Foreign Policy” babetek ji Lêkolerê berketî yê Binkeya Cihûyan ya Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê “John Hannah”belav kiriye ku daye zanîn, destpêkirina şerê li navbera Îsraîl û Îranê de dem bi dem nêztir dibe.

Govara “Foreign Policy” li derheq serdana berpirsên ewlehî yên Îsraîlê bo Washingtonê, nivîsandiye: “Ew yekemîn şêwirkariya rûbirû ya wan digel dewleta Joe Biden li ser zivirîna Amerîka bo Bercamê bû û Îsraîlê bi aşkira ragihandiye ku, lihevhatin li ser Bercamê digel Îranê bi tenê dê derengmanekê li bernameya navkiya Îranê de biqewimîne û bi milyardan Dolar pere dê bo xezînedariya Îranê here.

Herwisa wan berpirsên ewlehî yên Îsraîlî gotine ku rejîma Îranê ne bi tenê li pey jinavbirina Îsraîlê ye belku, dixwaze terorîzm û êrîşan li deverê de zêdetir bike û Îsraîl bi ti awayekî amade nîne ku wê gefê bipejirîne û hekî stratejiya Amrîkayê Îsraîlê bigihînê wê qonaxê ku dibe li navbera şer digel Îraneke bêhêztir li niha de û şer digel Îranekê bihêztir li çend salê dinê ku hewla çeka navkî dide yekê hilbijêre, ber bi aqil e ku Îsraîl ya yekem ku şer digel Îraneke bêhêz e dê hilbijêre.

Herwisa “Foreign Policy” îşare bi wê yekê jî kiriye ku li wê hevdîtinê de renge danûsatankaran jimerya berwajî ya şerekî nû li Rojhilata Navîn de jî berçav girtibin.