Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gabar Çolî: Min keresteya sînema û zimanê Înglîzî wekî pira hizrî bikar aniye ku bi lezgînî ez bikaribim derbasî gelek erda bim û pirsa kurd di rojevê de zindî bêhlim

10:40 - 2 Kanûna pêşîn 2020

Hevpeyvînek digel sînemakar “Gabar Çolî” li derheq karê sînemavaniya Kurdî li derveyê welat.

H: Bozê Sîna

P: Gabar Çolî tu dikarî xwe bidî naskirin?

B: Spas û pêzanîn bo wê derfetê. Navê min Gabar e. Ez li malbatek welatparêz li bajarê Urmiyê hatime dinê. Wek gelek şoreşgêrên Rojhelatê Kurdistanê ez jî tevlî refên PDKÎ bûm.

Piştî çend sal pêşmergayetiyê ez wekî penaber awareyê welatê Kanada bûm. 

Bo zêde nasandin û pêşxistina pirsa Kurd min sînema weke rêbazek nû girte ber xwe.

P: Tu dikarî basa kar û xebata xwe ya sînemayê bikî?

B: Piştî qetandina xwendingeha fîlmê, min dest bi çêkirina kurtefîlman kir û heta wê gavê min 6 kurtefîlm çêkirine. 4 kurtefîlmên min xelatên navnetewî birîne û di  hindek welatên Ewropî û bakurê Amrîkayê de pişikdarê pêşbirkêya fîlma bûne.

P: Tu kesek pêşmerge û kurdek welatparêz î, çima zimanê hemû berhemê te bi Înglîzî ne?

B: Ez û hemû Kurd serhata bindestiya gelê me dizanin. Min keresteya sînema û zimanê Înglîzî wekî pira hizrî bi kar aniye ku bi lezgînî ez bikaribim derbasî gelek erda bim û pirsa kurd di rojevê de zindî bêhlim. Pêka derfetên ber dest li welatê Kanada û bi karanîna teknolojiyê min kariye serhata komkojiya Kurdan li her derê dinyayê nîşan bidim. 

P: Tu dikarî basê fîlma xwe ya herî dawiyê ya bi navê “KURDISH BBQ" ji mera bikî?

B: “KURDISH BBQ” an ku “Kebaba Kurdî”, serhata kurdek Êzidî di girtîgeha “DAISH”ê de ye û hazir nîne bibe Misilman.

P: Wek tê zanîn alîgiriên “DAISH”ê gelek gef li te xwarine û gefa kuştina te xwarine. Çima li te aciz in? 

B: Bi kurtefîlma “KURDISH BBQ” min rûyê wan yê qirêj nîşanê dinyayê da û rastiya wan gelek zelal bi zimanek sakar got.  Bi rêya torên civakî ve fîlma min li gelek welatên dinyayê ve hatiye dîtin.

P: Tu dixwazî bi wê fîlma xwe çi bêjî, çima te ew fîlm çêkir?

B: Min bi wan 30 salan çend komkujiyên Kurdan dîtine. Bêdengî li hember komkujiya Kurdan îxanet bi mirovayetiyê ye.

Ez erkê xwe yê mirovî dizanim ku li Kurdbûnê xwedî derkevim.

Min xwest dinya bizane “DAISH” kê ye û bizanin pêşmerge, gerîla û şervanên Kurdan bi çi lehengiyekê mirovatî parastine.  

Bo serxwebûna welatê Kurdistanê min rêbaza pêşmerge girte ber xwe û wê gavê jî ez bi heyecanek mezin ve wek pêşmerge dijîm û her derê dinyayê ez çeperê serbestiya gelê me dibînim. Min ser mirinê da banz daye û ez bi gef  û êrîşa li xebatê dil sar nabim.

P: Tu sînemaya Kurdî çawa dinirxînî?

B: Me kurdan, fîlmê Kurdî hene, me fîlm li ser mijara Kurd  jî hene, lê me sînemaya Kurdî nîne ku di sînemaya Kurdî de berhemê nêrîna dewlata Kurdî be. Wek hemû Kurdan ez di demek nêzîk de dixwazim dewleta Kurdistanê û sînemaya Kurdî bibînim.

P: Kê bandor ser karê te heye?

B: Min Mezintirîn bandor li şervanê serxwebûna Kurdistnê wergirtiye.  Ez serê rêz ber heybeta girtîyên azadiyê û şervanê gelê me li sere çîya ditewînim. Ez we silav dikem, hebûna we germahiyê dide dilê min.

Ezê bi saya serê pêşmergên gelê xwe yên bi vêr û bi hez kelatiya dilê Kurdan bilind hewar bikim.

P: Em li kîderê dikarin berhemên te bibînin?

B: Ser tora înternetê bi #Gabarfilm hûn dikarin karê min bibînin yan jî li ser Facebookê rûpela min ya fîlma ya bi navê “GabarFilm” dikrin kurtefîlmên min bibînin.