Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Gardên Wîje” êrîşî ser xwenîşanderên nerazî li Îsfehanê kirin

18:38 - 25 Çirriya paşîn 2021

“Gardên Wîje” yên ser bi rejîma Îranê êrîşê ser werzêrên nerazî li çemê “Zayenderûd”ê kirin û agir berdane xêvetên wan û bi zorê xwestibûn pêşiya xwenîşanda nerizayetiyê bigirin.

Pêka girte vidyoyên belavbûyî, “Garda wîje” tevî vê ku xêvetên xwenîşanderên nerazî şewitandin, bi zorê û gaza bîberê hewla bi dawîanîn û dûrxistina wan werzîrên nerazî dane û herwisa gef xwarine ku bi lezgînî wir bi cih bihêlin.

Werzêran bo berdewamiya xwenîşandanên nerizayetiyê di cihê çemê Zayenderûdê de ku ava wê çik bûye xêvet vedane û bi şev û roj li wir dimînin, lê hêzên serkutker û hovane yên rejîma Îslamî ya Îranê hemû hewla xwe bo bi dawîanîn wan xwenîşandanan dane, lê xelkê dest jî xwenîşandanê ber nedaye.

Werzêrên nerazî li derheq çikbûna ava çemê Zayenderûdê û herwisa nedana ava hewce bo wan ji roja Duşemî 17ê Xezelwerê ve li ber deriyê Kompaniya Ava Deverî û Saziya Deng û Rengê Îsfehanê xwenîşandan lidar xistin û ji 18ê Xezelwwerê ve li çemê Zayenderûdê de heta niha berdewam bûye û xelkê deverê beşdariyeke berfireh di wan xwenîşandanan de kirine û li dijî rejîma Îranê silogan hatine dan.