Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gaza “CNG” jî giran dibe

12:27 - 21 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Nirxa gaza “CNG” ya ku bo tiromibîlan bi kar tînin jî, wê giran be.

Serokê heyeta birêveberiya Encûmena Sênfî yê “CNG” yê rejîmê Erdeşîr Dadres got: Nirxa “CNG” wê %32 ji wê giran be, ku, %14 ji bo sala 1398`an û %18 jî bo sala 1398`an hatiye destnîşan kirin û roja Şemiyê ji hemû deveran û kompaniyayên gazê re hatiye ragihandin ku, li wir şûnda wê were encam dan.

Navbirî got, me pirsgirêkên wekî, ciwankarî û berevanîkirin û lêkolîna enbarên tiromibîlan û ewlehiya cihê navendên “CNG” hene û hemû dibe li gorî  standardên dewletê bin.

Piştî alozbûna rewşa aloz ya aboriya Îranê, betalbûna navendên Pêşeyî û betalbûna bêsînor ya kedkaran, û bilindbûna nirxan, niha berprisên rejîmê bi hincetên coda her rojê nirxa tiştekê zêde dike, heya çend rojên berê nirxa nan û av û elekiterîkê bû, niha dora gaza “CNG”ye.

Berprisên rejîmê di dema berbijêriyê de, soz û qewlên bê sînor derheq çareserkirina  arîşeyên welat de ji welatiyan re didin, lê, piştî bidawîbûna hilbijartinan hemû van soz û qewlan libîr dikin, û hêncetên ne bicî tînin, bo mînka, serkomarê rejîma Îranê,Hesen Rohanî di heyama çend rojên derbazbûyî de di civînekê de bo hindê ku, xwe ji bersiv dana li hemberî cîbicî nekirina sozên ku ji xelkê re dane bidize, hêncetên wekî kêmbûna desthilatê giritin, lê, ev jî rastî rexneyên tund ên berpisên din hat ku yek ji axavitinên wî nerast bûn.