
Kurdistanmedia: Binke û navendên ewlehî û leşkerî yên girêdayî rejîma Îslamî a Îranê, bi hincetên corbicor, hevwelatiyên Kurd bi taybet ciwanan gazî û lêpirsînê ji van dikin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, rejîma Îslamî a Îranê, li bajarê Mehabadê, hejmarek ji ciwanên wî bajarî bi hincetên cuda û li riya çend kirêgirtiyên xwe, ev bo îdareya îtila`ata wî bajarî gazîkirine.
Hêzên îtila`atê yên rejîmê bi hinceta vê ku, ev ciwanane bi pêşwaziya bangeşeya partiyên Kurd çûne, bo îdareya îtila`atê gazîkirine.
Nûçegihanê maplera “Kurdistanemdia”yê, bas ji vê jî kiriye ku, rejîma Îranê, hevwelatiyan bi taybet ciwanên wî bajarî bi hinceta çûna bo çiyayî Terexe û beşdarîkirina di cejna Newrozê de gazîkirine û hevdem ev ciwanên ku hatine gazîkirin, piştî bêrêzîkirina zêde û vergirtina soz û qewlan wekî barmteyên çend milyon Tûmenî ev azad kirine.
Piştî birêveçûna rêûresima Newrozê li gundê Terexe a girêdayî bajarê Bokanê, rejîm bi awayekî tund gef ji xelkê xwariye û îdareya îtila`atê jî bi fermî ragehandiye ku, birêveberên vê rêûresimê wê bên desteserkirin.