Gefa bûyerên sirûştî bi taybet lehî li ser sedan gundên parêzgeha Luristanê heye û heta niha jî kawilkariyên lehiya sala 1398an a wê parêzgehê her mane û rejîmê avedan nekirine.
Cihgirê Avedanî yê Parêgarê Luristanê “Ehmedreza Dalwend” tevî îşarekirin bi kêmasiyên çavedêrî li ser projeyên avedanî yên bajar daye zanîn ku 350 gundên wê parêzgehê di bin gefa bûyerên sirûştî de ne û çendîn projeyên avedankirinê bi dawî nehatine.
Herwisa pêka gotina wî berpirsê rejîmê projeya pira “Masûr” û çêkrina rêya lehiyê li çemê Xurem Abadê ji navbenda pira “Enarî” heta pira “Bêhdarî ku bi sedema lehiyê dîwarên wê herifîbûn, nehatine encamdan.
Xisarên lehiya sala 1398an a Rojî li parêzgeghê Luristan gelek zêde bûn û heta niha piraniya wan xisaran nehatine qerebûkirin û heta rê û bînayên ku kawil bibûn hejê nehatine nûjenkirin û rejîmê ti bernameyek zanistî bo kêmkirina wan xisran tinîne.
“Ehmedreza Dalwend” nerasterast itiraf kiriye ku bo avedaniyê hewce ye digel bispor û şêwirmendên wî warî kar bê kirin.