
Kurdistanmedia: Piştî axivtina tund a serkomarê Tirkiyê, ““Rajab Tayib Ardogan” li dijî navê Kurdistanê û êrişa bo ser xebatkarên Kurd û bi taybetî “HDP”ê, niha jî, ji aliyê desthilata wî welatî, gefa hindê tê xwarin ku hemî ew partiyên Kurd, ku paşnavê Kurdistanê hene, wê bên hiveşandin.
Ev çendîn sal bû ku, ““Rajab Tayib Ardogan”, bin navê vekirina deriyên Demokrasî û çaresekirina pirsa Kurd heye bi qasekî, rê li xebata eşkere a partiyên siyasî yên Kurd yên di wî wealtî de vekiribû, û wan partiyan jî bi awayekî azad û bi navê Kurdistanî, di navxweyî welat de çalakî lidar dixistin.
Hekî ew biryara ji aliyê hikûmeta Tirkiyê birêve here, egera hilveşandina partiyên wekî “PSK,PAK,PDK” heye, û ev rastî vê gefê dibin, çimkû paşnavê Kurdistanê, li ser van sê partiyane ye.
Li gor yasaya xebata avakirin û xebata partiyên siyasî li Tikiyê, her partiyek ku bê hilveşandin, ew derfet pê tê dan, û dikare bi naveke din îzina xebata xwe ya siyasî bi awayekî fermî werigire.