
Birêveberê giştî yê Geştiyarî û Pîşeya Destî yê parêzgeha Îlamê “Ebdulmalik Şenbezade” gotiye: “Bi sedema berbelavbûna wan şûnwarên dîrokî û rewşa topografiya wê parêzgehê û kesên derfetçî, gefa jinavçûnê li sere şûnewarên wê parêzgehê heye.”
Gotinê wî karbidestê rejîmê di halekê deye ku talankirina şûnewarên dîrokî di Kurdistanê de bi tenê ji aliyê kesên ser bi rejîmê û bi armanca jinavbirina dîrok û nasnameya Kurd û Kurdistanê tê encam dan.
Parêzgarê “Îlam”ê di warê pîşeya geştiyarî û hebûna zêrxanên geştiyariyê de, dewlemend e û giringîdan bi wan pîşeyan dikare beşek zêde ji kirîzên aborî û bêkariya welatiyan di wê parêzgahê de çareser bike.
Parêzgeha “Îlam”ê zêdetir ji 2 hezar şûnewar û cihên balkêş yên dîrokî hene ku dikare bibe cihekê baş bo geştiyarên navxûyî û biyanî.
Bi sedema xemsariya berpirsên pêwendîdar ew cihên dîrokî ji aliyê kesên derfetçî û kesên girêdayê rejîmê ve têne dastkarîkirin û têk dan û di encam de balkêşiya xwe ji dest diden.