Vîrûsa “Teb a Kirîmeya Kongo” ku ji Pez û Heywanan ve bo mirov an tête weguhastin, egera hindê heye ku di werza germê de zêde bibe
Roja Çwarşemî, 20`ê Gulanê, Cihgirê tendurîstî yê Îdareya Giştî a Dampizîşkî a parêzgeha Kirmaşanê, “Şahrux Yarweysî”gotiye ku, nexweşiya “Teb a Kirîmeya Kongo” di werza germê de, belavdibe û hewceye ku rênimayî yên xwe parastin û pêşîgirtin ji vê nexweşiyê, bête berçavgirtin.
Herwisa “Şahrux Yarweysî” gotiye: di werza germê de, ev nexweşî, zêdetir belav dibe û bi awayên dermanreşandina cihê terşan, qerisandina Goştê Pez û Heywanan, parastina xwe di dema destlêdan bi Goşt, û xwîn û avên nav laşê Heywana li dema serjêkirinê de, dikarin xwe ji wê nexweşiyê biparêzin.
Nexweçiya “Teba Kirîmeya Kongo” nexweşiyeke tebkirina xurt a xwînrij a vîrûsiye ku bi rêya geza “Qirnî” a terşan û herwisa ew vîrûs ji rêya dest lêdan bi xwîn û ava laşê terşan bo mirovan tê weguhastinê.
Herwisa “Şahrux Yarweysî” ji xelkê xwest ku, goştê terşan heya 24 demjimêran biqerisînin ku ev vîrûs ji nav diçe û herwisa hişdarî da ku Qesab, werzêr, terşdar, kadrên dermanî, kesên ku di taqîgehan de kar dikin û kesên ku xwarinan çêdikin, dibe haya wan ji vê nexweşiyê hebin.
Nexweşiya “Teba Kirîmeya Kongo” li sala derbasbûyê, di bajarên “Ciwanro” û “Selasa Bawecanî” de hatibû dîtin, lê îsal, heya niha ti raporek li ser peydabûna vê nexweşiyê di nav mirovan de tunîne.