
Kurdistanmedia: Berpirsên rejîma Îranê piştî kuştina Qasim Silêmaniyê terorîst gefa tolhildana wî ji Amerîka Dixon û deshilatdarên Amerîka jî li hember de bertekan didne xûyakirin.
Elî Şemxanî Serokê şêvra tenahiya rejîmê got: bersiva me bêguman bo Amerîka dê dijkiryara serbazî be û emê wê tolê jî bistînin.
Maîk Pompêo Wezîrê derwe yê Amerîka Got: Hekî Îran êrîşa serbazî li her kîderê bikete ser Amerîkayîyan, em nahêlin rêberên biryarder û pile bilinde Îranê xilas bibin û emê wan ji nav bibin.
Berpirsên Sipaha terorîst dibêjin ku dê Oparasiyonên tol hildana Qasim, piştî merasima çalkiran wî destpêbikin.
Muhsin Rizayî Kevne pasdarê terorîst û Sikirtêrê Kora diyarîkirina berjewendiyên rejîmê got: emê tola Qasim Silêmanî hildin, lê hekî Amerîka dijkiryarê ji xwe bide kivşê û bersiv bide, emê Tilawiw û Heyfa yê gel erdê bikne yêk.
Donald Tiramp Serkomarê Amerîka ragihand ku rejîma Îranê hekî şaşitiyekê bike û kiryarekê bi dijî berjewendiya Amerîka encamp bide, emê êrişeke berfireh bikne ser Îranê.