
Kurdistanmedia: Fermandarê Spaha Pasdaran a terorîst ya Beyt El-muqedes a Sine, gef li girevgirtiyan û rêkxerên vê girevgirtinê xwar.
Li gora nûçeyan, pasdarê terorîst Mihemed Husên Recebî fermandê Spaha Beyt -Elmuqedes ya parêzgeha Sine, roja Şemiyê 24`ê Xermananê gef li girevgirtiyan û rêkxerên vê girevgirtinê xwar.
Pasdarê terorîst recebî, li presskonferansekê de li parêzgeha Sine de ragehand: Ew kesên ku di girevgirtinan û karê weha di nava Îranê de beşdariyê dikin, dijminê me ne, û bernameya taybet me darêtiye, ku girevgirtiyan û berpirsan û rêkxerên vê girevgirtinê bibînin, û ceza bikin.
Herweha navbirî îşare bi hizbn Rojhilat kir û basê vê kir ku hêzên Spaha Pasdaran li ser sînoran hatine zêdekirin, û li hemberî çalakiya van hizban de wê bisekinin.
Ew gefên vî pasdarê rejîmê, di demekê de bû, ku rejîm çend sal in ku bangewaza vê yekê dike, ku hizbên Rojhilat hilweşiyane, lê xelkê Rojhilat bi awayekî eşkere û yekdeng li ser daxwaza hizban dest dane girevê, û bi vî awayî li hemberî kiryarên cinayetkarane ên rejîma Îranê derheq gelê Kurd sekinîne, û nîşan dan ku hêza hizbên Rojhilat xelkê Rojhilat e.