Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gefxwarinên rejîma Îranê balyozxaneya Amerîkayê daxist

18:22 - 29 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Piştî êrîşa milîşên girêdayî rejîma Îranê, yên bo ser balyozxaneya Amerîakyê ya li bajarê “Basra” a Îraqê, Amerîkayê balyozxaneya xwe ya di vî bajarî de daxist.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê, roja Înê rêkefta 6`ê Rezbera 1397`an (28`ê Îlonê) di raportekê de belav kiriye ku, bi sedema êrîşên milîşên girêdayî rejîma Îranê yên di heyamên hefteyên borî de, biryar daye da ku balyozxaneya xwe ya di bajarê “Basra”  ya Îraqê de dabixîne.

“Mik Pompeo” ev nûçeya jî piştrast kiriye û gotiye ku, di heyama çend hefteyên borî de, gefên rejîma Îranê, Spaha “Quds” û milîşên girêdayî rejîma Îranê yên li Îraqê, ku di bin çavdêriya pasdarê terorîst yê bi navê Qasim Silêmanî de kar dikin zêde bûne. “Pompeo” bas ji vê yekê jî kiriye ku, milîşên girêdayî rejîma Îranê bi awayên nerasterast balyozxaneya me dane ber agirê gulle û mûşekan.

Navbirî hişdariyeke tund daye rejîma Îranê ku, di her cihekî ku zirarên malî û canî bigihîjîne hevwekatiyên Amerîkayî, Amerîka rejîma Îranê berpirsiyarê vê dizane û Amerîka wê bersiveke tund û bê mînka bide Îranê.

Roja Înê sê xumpare li devera kesk a Bexdaya Îraqê kirine armanc; Ku li gorî daxuyaniya artêşa Îraqê tu xesarên malî û canî li pey tunebûye.

Êvariya roja 16`ê Xermanana 1397`an, piştî vê ku xwenîşanderên nerazî, li dijî rejîma Îranê di seranserê deverên parêzgeha “Basra” de rijyiane ser şeqaman û binkeya balyozxaneya rejîma Îranê ya di wî bajarî de şevitandin.
Xwepêşanderan ji bilî balyozxaneya Îranê, di heyama çend şevên borî de, hejmarek binke û baregehên hikûmetî û hizbî û yên milşên çekdar yên girêdayî rejîma Îranê  yên li bajarê “Basra” de agir berdanê.
 
Rejîma Îranê di welatê Îraqê de, bi piştevanîkirina ji Heşda Şe`ibî ku tayeke li Spaha terorîst a “Quds” e, wekî nûnerê Şî`eyên bin desthilata rejîmê, destêverdanê di karûbarên wî welatî de dikin.