Gelê Ereb bi nîşana bêzraî ji rejîmê û nerizayetiya li hember bê Aviyê de, rijiyane ser kolanan û xwenîşandan kirin.
Roja Pêncşembiyê xelkê bajarên Xuremşehr, Mahşehr, Kut ebdulla, Melasanî, Ehwaz, Susengird, Hemîdiye, Deşta Şadigan û Zawiye û zaf cihên dinê, rijiyane ser şeqaman û xwenîşandan kirin û bi dijî rejîmê diruşm dan.
Xelkê herêmên Xuzistanê rastî pirskirêka bê Aviyê hatine û rejîmê piraniya Ava Rûbarên wan nawçan bi ser xelkê Ereb de qut kirine û hemî zewî û erdê werzigariya wan hişk bû û hasla wan ji nav çu, jibilî hindê jî niha êdî Ava vexwarinê jî nemaye û ewa heyî jî hemî pîs û heriye.
Xelkê wan bajaran dema ku şewa derbasbûyî dest bi xwenîşandanê kirin, rastî êrîşa hêzên tepeserkare rejîm hatin.
Hêzên rejîmê bi teqe kirin ji xelkê û havêtina gaza rondik îner, cehd kirin ku nehêlin ev xwenîşandan berfirehtir bibe.
Lê xortên Erebê bê maf û belengaz, berengarî hêzên rejîmê bûn û kontirola gelek şeqam û herêman girtne dest û paşvekêşî bi hêzên rejîmê kirin.
Herwisa xortên serhildayî yên Ereb daxwaz ji hemî xelkê Îranê kirin ku piştewaniyê ji wan û daxwazên wan bikin.
Şewa Pêncşemî li ser Înê, xelkê xwenîşander Riya bajaran bi hilkirina Agir ê Tegeran qut kiribûn.
Rewşa nawçên ehwaz û bajarên dinê ye Ereban bi temamî awirteye û egera hindê heye ku rejîm bixwaze bi armanca mat kirin û tepeseriya dengê mafxwaziya Ereban, tirajîdiya yekî mezin û cinayeta biafirîne.