Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gelo çi qas danê Komara Îslamî û ragehandinê bihev re dikele?

13:30 - 10 Gulan 2014

Arif Velzî

Ragehandin weke pêpikê çaremîn û tewawkerê demokrasî û hikûmeta xelkî tê hesibandin, bi vê wateyê ku hekî di welatekê de, yasa cihgir be û sê pêpikên parlemênto û hikûmet û dezgeha dadweriyê bi awayek xweser karên xwe encam bidin, lê li ser rêya ragehandinê asteng û berbest bihên danîn, eva demokrasiya han seqet e, û wî çaxî hikûmeta xelkê bi ser xelkê de wateya xwe ji dest dide û diçe jêr pirsyarê.

“Azadiya ragehandin” û “ Pirtûk û mafê nivîskar”, du têgehên ji yek nêzîk in ku di beşek zaf ji welatên cîhanê de, bi merema baştir birêvebirina deshilata siyasî û civakî û bilindkirina asta hoşyariya xelkê, girîngiyek zaf jê re hatiye dayîn û lewra, civaka cîhanî du rojên 23’ê April û 3’ê heyva May weke roja cîhanî a “Azadiya ragehandin” û “ Pirtûk û mafê nivîskar” diyarî kiriye. Lê di civaka Îranê de ev du têgehe ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, ketine nava cêxziek piçûk de, û bi awayek pêşdedarêtî û sîstimatîk rêya birêveçûyîna erkên wan bi tewahî hatiye tengkirin. Gelo çima? Jiber ku deshilata gendel a Komara Îslamî bi başî dizane ku bi tenê ragehandinkar û nivîskar in ku perdê li ser gendeliya siyasî û îdariya hikûmet û deshilatdarên Tehranê hildigirin, û bi eşkerekirin û hişyarkirina raya giştî, xelkê navxwe û cîhana derve jê haydar dikin.

Her di vê pêxemê de ye ku em dibînin ragehandin di Îranê de bi tewahî hatiye dagîrkirin û bûye tirîbûnek bihêz bona pêşvebirina siyaset û ecindayên rejîmê. Bi wateyek din her kes û alî an jî dezgehek ku karê ragehandinî dike, hekî bi başî basa Komara Îslamî bike, eva rê jê re vekirî ye, û heya gellek caran di gellek waran de tê saport û piştevanîkirin jî, lê hekî beravajî ragehandinkarek xweser û xwediyê bîrokeyek cuda ji bîrokeya deshilatdarên Komara Îslamî bû, eva ne tenê nahê saportkirin, belkî rêya karê ragehandinî jî, jê re nahê dayîn, û heya gellek caran jî li jêr navên curbicur ên weke dijatiya tevî Xwedê, û têkdana asayîşa netewî û sîxorî bo welatên din û ...hwd, tevî cezayên tund berbirû dibin.

Dîrok şahidê vê ye û dizane ku bi dirêjahiya temenê Komara Îslamî, her qelemek ku di rasteya siyasetên Komara Îslamî de negeriyabe, û bi zimanê rexnê ve nivîsandibe, eva bi awayek dirindane hatiye bersivdan. Mînaka herî berçav bo vê yekê jî rêjeya herî zor a wan rojnamevan û qelembidestan e ku di vê rêyê de canê xwe ji dest dane û yan jî di girtîgehên Komara Îslamî de hebsî ne, û yan jî karê rojnamevanî û nivîsandinê ji wan re hatine qedexekirin, û yan jî reviyane û axa Îranê bi cih hêlane.
Eşkere ye ku nehêlana azadiyan ji aliyê Komara Îslamî ve bi vê hindê bi dawî nahê, jiber ku tiliyê bo her cihekê dibî, ji cihên din xirabtir e, lê jiber vê ku mijara basa me li ser rojên cîhanî ên “Azadiya Ragehandin” û “Pîrtûk û mafê nivîskar” e, emê zêdetir hewil bidin ku li dor van du têgehan mijara xwe bidomînin.

Rêkevtinnameya cîhanî a piştevanî ji mafê nivîskaran ku sala 1995’an ji aliyê rêxistina (UNSCO) “Yoniskoyê” ve li jêr navê roja cîhanî a pîrtûk û mafê nivîskaran hatiye pejirandin, yek ji wan rêkevtinnameyan e ku ji aliyê Komara Îslamî ve nehatiye vajûkirin û rêjîm bi tu bend û madeyên vê girêdayî û pabend nine. Lewra em dibînin ku bi hemû awayekî û ji rêya fîltêrên curbicur ve, hewlê dide ku rêgir be ji çap û belavbûna her pîrtûk, an bilavokekê ku bi qasê misqalekê bas ji demokrasî û mafê netewî û zimanê daykî û heya gileyiyan ji deshilatê bike.

Bo vî karî jî Wezareta Ferheng û Êrşada Îslamî (Wezareta Çandê), hatiye rasipartin ku bi tîxa xwe a sansorê ku taybet e bi Komara Îslamî, bi keyfa xwe û hindek caran jî bi navê Îslamê, her tiştek ku bêhna rexne û bîrokeyek cuda ji Komara Îslamî jê bê, sansor bike û di hember de jî, rê ji bona belavbûna wan pirtûk û belavokan xweş bike ku di nava bîrokeya Weliyê Feqih de hatine helandin û cardin hatine şikil(Bîçim) dan.

Evên ku hatine baskirin û gellek tiştên din ku di vir de cihê baskirina wan nabe, bûne sedema vê yekê ku di rêzbenda cîhanî a azadiya ragehandinê de, ku 180 welatan ji xwe digire û ji aliyê nûçegehanên bê sînor ve tê berhevkirin, Îran her weke berê di pileya 173’an de maye, û yek ji welatên herî xirab ên cîhanê ye ku rêjeya herî zaf a sansorê li xwe digire û herweha girtîgeha herî mezin a rojnamevan û nivîskaran e.

Lewra di dawiyê de em dikarin bêjin ku hêj heya gehiştin bi azadiya ragehandinê û bi giştî demokratîzebûna welat, rêyek dûr û dirêj û pir ji ewraz û nişîv di pêşiya akinciyên Îranê bi hemû netewe û olan de ye, lewra hewce ye ku hemû dest bixin nav deste hev û bihev re hewla guhertina sîstema siyasî di Îranê de bidin, û dawiyê bi deshilata Weliyê Feqîh bînin.