Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gemîvaniya Pênç a Hêza Avê ya Amerîkayê dest bi ser bareke çekan de girt

12:48 - 23 Kanûna pêşîn 2021

Gemêvaniya Pênç a Hêza Avê a Amerîkayê dest bi ser  gemiyekê de ku barê vê tev çek û teqemenî bûye, girt.

Roja Çarşemî 22`ê Kanûna Pêşîn a 2021`an, Gemîvaniya Pênç a Hêza Avê ya Amerîkayê ya li Behrênê di daxuyaniyekê de ragihand, wan dest bi ser barê gemiyeke masîgirtinê ku barê vê tev çek û teqemenî bûye, girtiye.

Herwisa Gemîvaiya Pênç a Hêza Avê ya Amerîkayê di nav gemiya masîgirtinê de, 1400 çekên cura Kilaşînkof û zêdetir ji 226 hezar gulle peyda kiriye.

Hêjayê basê ye; Wê Gemîvaniya Pênç a Hêza Avê ya Amerîkayê  di 18`ê Nîsana îsal de jî, ragidanbû ku wan kariye li ser behra Erebî, dest bi ser gemiyeke bênavûnîşan de bigirin ku hilgirê barê çekan bûye.

Hêza Avê ya Amerîkayê gotiye ku çekên ku dest bi ser de hatine girtin, wuha ne: Deha Mûşekên gerînende û dije Tank ku ji aliyê Rûsiyayê ve hatine çêkirin; Herwisa çekên êrîşker ên ku ji aliyê welatê Çînê ve hatine çêkirin, çekên taybet ên Sêgmen(tektîr avêj), rêjik (moselsel) û Arpîçî ne.

Her di vê demê de berpirsên berevaniyê ên Amerîkayê ku di lêkolînên xwe de dabûne eşkerekirin ku çavkanî an jî cihê wan gemiyên hilgirên çek û teqemeniyên ku di nav avên deryaya Erebî de dest bi ser de hatine girtin, Îranî ne.

Di sala 2015`an de Şêwreya Ewlehiyê dorpêça çekan li dijî Hûsiyan îlan kiriye.

Karnasên Saziya Navneteweyî pêka wan dorpêçên hatinî îlankirin, hişdarî didin ku ev nîşanên han vê yekê didin eşkere kirin ku destûpêvendî û navendên rejîma Îslamî a Îranê, bi berdewamî û bêsînor barên çek û teqemeniyan û alavên şer bo Hûsiyên Yemenê dişîne û ev yeka jî cihê metirsiyê ye.