Gemiya piştevaniya leşkerî ya bi navê Xark a Artêşa rejîma Îranê şewitî.
Ew gemî li nêzî qiraxava Cask hate şewitandin.
Ew nava Îranê bi sedemek nexuya hate şewitandin.
Bikarhênerên torên civakî dibêjin di wê bûyerê de çendîn pirsonel hatine birîndarkirin.
Lê Ajansa Nûçegihaniya “Fars” a ser bi rejîma Îranê nivîsiye: “Di bûyerê de kesê canê xwe ji dest nedaye û tev kesên nav gemiyê de rizgar bûne.”
Ew gemiye çend roj berî niha seba meimûriyetekê ber bi avên azad ve çûbe û roja çarşemî hate şewitandin û piştî 20 demjimêr ku di nav agir de şewitî û piştre kevte bin avê û noqim bû.
Ew gemiye sala 1977`ê di Birîtaniyayê de hate çêkirin û piştî 7 salan wate di sala 1984`ê de bi Îranê re hate dan.
Nava Xark 33 hezar ton bû û wê gemiyê dikarî hilîgopteran jî hilbigre û alavên şer jî pêre bûn.