Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gemiyek şer ya Birîtaniyayê belemên hilgirên mûşekên pêşkevtî yên Îranê girtin

13:01 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2022

Birîtaniyayê ragihandiye ku Hêzên Deryayî yên wî welatî, dest li ser barê belemên hilgirê mûşekên pêşkevî yên Îranê de girtine.

Roja pênçşemî 7`ê Tîrmehê balyozxaneya Birîtaniyayê ya li Îmaratê ragihand, gemiya şer ya Hêzên Deryayî a wî welatî, ji bo yekem car belemên hilgirê mûşekên pêşkevtî yên Îranê û herwisa motorên mûşekên Kiroz li rêya Îranê ber bi Yemenê ve di rê de bûn girtine.

Pêka zayariyan ev belemên ku barên wan mûşekên pêşkevtî yên Îranê û herwisa motorên mûşekên Kiroz bûne, di nav avên başûrê Îranê de hatine eşkerekirin û ev mûşekên pêşkevtî qerar bû radestî Husiyên Şî`e meseb yên Yemenê bên kirin.

Dewleta Birîtaniyayê şandina alavên pêşkevtî bo Husiyên Yemenê ji aliyê rejîma Îranê ve binpêkirina biryarnameya 2216`an ya Şêwreya Ewlehiya navneteweyî da zanîn.

Di Nîsana sala 2015`an de, li dema destpêkirina şerê navxweyî yê Yemenê, Şêwreya Ewlehiya Navneteweyî bona pêşîgirtin ji şerê navxweyî yê Yemenê, biryarnameya 2216`an pejrand û pêka vê biryarnemeyê şandina her core alavên şer bo Yemenê qedexe ye, lê rejîma têkder û terorîst a Îranê bona berjewendiyên xwe û têkdana ewlehiya deverê bi awayek berdewam çek û teqemeniyan bo çekdarên girêdayî xwe yên li herêm de dişîne.