Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gemiyeka veguhastina sotemeniya qaçax a Îranê hat girtin

12:06 - 22 Gulan 2022

Gemiyeka veguhastina sotemeniya qaçax a Îranê ku hilgirê 240 ton mazota qaçax bûye, ji aliyê Hêza Ewlekariya Peravê ya Kuweytê hatiye girtin.

Roja Şemî 21`ê Gulanê Wezareta Navxwe ya Kuweytê ragihand ku, gemiyeke sotemeniyê ku hilgirê 240 ton mazota qaçax bûye ji aliyê Hêza Ewlekariyê ya Perava wî welatî ve dest bi ser de hatiye girtin.

Nûçegihaniya “Ereb News” ji zarê Wezareta Navxwe ya Kuweytê ragihand:, Hêza Ewlekariyê ya Peravên Kuweytê digel dest bi ser de girtina wê gemiya veguhastina sotemeniya qaçax a Îranê ,8 gemîvanên Îranî yên ekîba wê jî desteser kirine.

Herwisa Wezareta Navxwe ya Kuweytê ragihandiye: “Hêza Ewlekariyê ya Peravên Kuweytê di halekê de ev gemîvanên Îranî binçav kirine ku, mijûlê kirîna mazota qaçax ji gemiyên piçûk bûne.

Her di vê derheqê de, rojnameya “El-Qebes”a Kuweytê belavkiriye: “Wan gemîvanên Îranê îtiraf bi vê yek êkirine ku ew şewata qaçax ji Kuweytê kirîne û xwestine vê şewatê li welatên derdora Kendavê bifroşin”.

Heta niha rejîma Îranê li derheq binçavkirina gemîvanên Îranî û dest biser de girtina gemiya veguhastina sotemeniya qaçax a xwe de, ti bertekek nîşan nedaye.

Qaçaxkirina sotemeniyê bi piranî ji aliyê Spaha Pasdaran û kesên girêdayî bi vê rêkxirava terorîstî ve tê encamdan.