Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gemiyekî biyanî ji aliyê hêzên Spaha pasdaran a terorîst ve hate ragirtin

11:39 - 31 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Gemiyekî biyanî ya nefthilgir, di kendavê de, bi tohmeta hebûna şewata qaçax, ji aliyê hêzên Deryayî yên Spaha Pasdaran a terorîst ve hate ragirtin, ku 16 kesên di nav wê gemiyê de hebûne ku xelkê Malêziyayê ne.

Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Duşemî, 9`ê Befranbarê, gemiyekî nefthilgir di kendavê de ku 312 hezar lîtr şewat hebûye, li nêzîkî dorgeya Ebûmosa, bi tohmeta hebûna şewata qaçax, ji aliyê hêzên Deryayî yên Spaha Pasdaran a terorîst ve hatiye ragirtin, lê heya niha nahatiye ragihandinê ku, ew gemî ya nefthilgir, ya kijan welatî ye.

Elî Ozmayî, fermandeyê devera 5 a hêzên Deryayî a Spaha Pasdaran a terorîst gotiye, ku ew şeşemîn gemiye ku me bi hilgirê şewata qaçaxa dest bi ser da girtiye.

Herwisa hatiye gotin, ku ew gemiya nefthilgir, bo berava bajarê Bûşehrê hatiye veguhastin.

Rejîma Îranê bi alozkirina rewşa asayîşa kendavê û asteng danîn li ser hatoçûya gemiyan, veguhastina neftê rastî pirsgirêkan kiriye û piraniya wan kiryaran bi kîn ji welatên din û derb bi asayîşa aborî û siyasiya welatên cîran dike.