Birêveberê Giştî yê Gemîraniya Îranê “Mihemedriza Moderis Xiyabanî” gotiye: “Heyamê salekê ye ku çûna gemiyên me bo qiraxavên girîng ên Çînê hatiye qedexekirin û gemiyên me mafê çûn bo wan qiraxavan tinînin.
“Mihemedriza Moderis Xiyabanî” tevî îşarekirin bi qedexekirina tevahiya hatûçûyên gemiyên Îranê bo qiraxavên Çînê daye zanîn ku, heta 4 mehan ti hatûçûneke deryayî bo qiraxavên Çînê nehatiye kirin lê navbirî ti zaniyariyek li derheq sedema wê qedexekirina gemiyên Îranê nedaye.
Pêka nûçeyên belavbûyî yên rejîma Îranê sedema qedexekirina hatûçûna gemiyên Îranê bo qiraxavên Çînê nestandardbûn û pîsbûna şewata wan gemiyan e ku ji qasa standard zêdetir gogird têde heye ku jîngehê dilevitîne.
Herwisa hatiye ragihandin ku şewata gemiyên Îranê %3.5 gogird heye û standarda cîhanî ya wan şewatan kêmtir ji %0.5 e.
Pêka marên Wezareta Nefta rejîma Îranê, di sala derbasbûyî de 6 milyard lêtir şewat di vizegehên Îranê de hatiye bikaranîn û bi sedema kêmbûna 200 milyon metra 3cî ya gazê di Îranê de, îsal dê mifahvergirtin ji şewatê bo berhemanîna berqê gelek zêdetir dibe ku paşhatên gelek dijwar wekî bêhna pîs, levitina metirsîdar a hewa li pey xwe bîne.