Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gendeliya aborî û ferq û cidahî danan di meclîsa rejîma Îranê de

13:48 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2020

Cidahîdanîn di navbera  xercê kirêya mesken a kedkaran û nûnerên meclîsa rejîmê di asta herî zêde deye.

Piştî destbikarbûna meclîsa nû a rejîma Îranê, yekemîn hiqûqê wan 11 milyon tumen bûye ku 200 milyon bona xercê niştecîbûn an mesken hatiye danê û 20 milyon tumenên dinê jî bona xercên cuda bo wan nûnerên meclîsa rejîmê hatiye diyarî kirin, û ji aliyeke dinê ve piştî çendîn mehan gengeşe bi tenê 200 hezar tumen bi xercê niştecîbûna kedkran hatiye zêdekirin û niha ew dibe 300 hezar tumen.

Meclîsa rejîma Îranê tevî wan gendelî û cudatîdanînan, xwe bi şoreşgertirîn meclîsa rejîma Îranê heya niha dihesibîne û qasa  zêdetir ji 55 beranberiya heqê meskena nûnerên meclîsê di hember xercê mesken yên kedkaran bi dadperwerî dibîne.

Bo binav nûnerên xelkê di meclîsa rejîma Îranê de, cihê şermkirinê ye ku bixwe di jiyaneke pir ji îmkanat de bijîn lê xizmetkarên herî mandî û hejar wekî qata kedkar di bin asta hejariyê de bi birsî bimînin û pereyên wan kedkaran ji aliyê bi nav nûnerên xelkê di meclîsa rejîmê de di xaniyên berfirh û bi îmkanatên modern de xerc bikin.